Endamekê sipayê Pasdaran hat kuştin

Endamekê sipayê Pasdaran hat qetil kirin

Endamekê sipayê Pasdaran yê rejîma Îranê, di nava otombêla xwe de tê hedef kirin, bûyer li sînorê bajarê Pîranşarê yê Rojhilata Kurdistanê çêbûye.

Li gorî rêxistina Hengaw ya mafên mirovan, êvara duh roja înî 16/4/2021an, girûpekê nenaskirî li ser rêya sereke ya gundê Zîwye yê girêday Pîranşarê, gule berdan otombêla endamekê sipayê pasdaran û kuşt.

Dest nîşan kir, ev endamê sipayê pasdaran bi Osman Hacî Hisênî tê naskirin, ji şêniyên Pîranşarê ye û ev 17 sale di nava rêzên sipayê Pasdaran de.

Paş vê bûyerê, girûpa bi navê Elhoyên Zagrosê ku girûpeke serbazî yê nêzî Partîya Demokrata Kurdistana Îranê ye, kuştina Osmanê Hacî Hisênî hildaye serê xwe.

Pustên heman beş