Pêşmergeyekê Rojhilat li Silêmaniyê tê wunda kirin

Pêşmergeyekê Rojhilat li Silêmaniyê tê wunda kirin

Pêşmergeyekê Rojhilata Kurdistanê, ev çend roje li bajarê Silêmaniyê wunda dibe, agahî li derbara çarenivîsa wî tuneye û çaverêya agahîyekê ji Asayîşa Silêmaniyê tê kirin.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, ji roja sêşemîya rabûrî 13/4/2021an, Pêşmergeyê Rojhilata Kurdistanê yê tevgera Komela Şoreşgera Zehmetkêşên Kurdistana Îranê yê bi navê Simko Benefşî ku temena wî 35 sale, li bajarê Silêmaniyê wunda bûye û agahî li derbara çarenivîsa wî tuneye.

Eşkere kir, Simko Benefşî li roja sêşemîya rabûrî bi erebeyeka partiyê nêzî sînorê Silêmaniyê bûye û ji wê rojê ve, wundaye.

Erebeya ku Simko pê derketî li heman rojên li nêzî penzînxana bi navê Sara hatîye dîtin, lê belê Simko bê ser û şûne.

Komela Şoreşgera Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, tevî ku 4 roj li ser wunda bûna Simko derbasbûne, lê belê hêjan tu daxuyanî parvenekirine, endamkî vê partiyê eşkere kir, ew li benda zelalkirina rêveberîya Asayîşa Silêmaniyê ne ku agahîyekê bidin.

Pustên heman beş