Milîsên ser bi Tirkiyê dest danîn ser 40 donim zeviyên hemwelatiyên kurd

Milîsên ser bi Tirkiyê dest danîn ser 40 donim zeviyên hemwelatiyên kurd

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê û bicihkirina ereban li herêmê, grubeke çekdar a ser bi Tirkiyê ve dest danî ser nêzîkî 40 Donim zeviyên xelkê navçeya Şiyê, ji bo xaniyan ji koçberên ereb re ava bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, fermandarê gruba Sultan Silêman Mihemed El-Casim (Ebû Emşê) bi armanca avakirina xaniyan ji koçberên ereb re, dest danî ser nêzîkî 40 Donim zeviyên xelkê navçeya Şiyê û zor li xwediyên wan zeviyan kir û neçar kirin ji bo li ser “girêbestên bexişînê” ji şaredariya navçeyê re îmze bikin.

Zeviyên hatine desteserkirin:

6 hezar metre çargoşe ya Mihemed Hec Îbrahîm Şêxo ye, Ebû Emşê zor li kurê wî Cemîl kir û ew neçar kir li şûna bavê xwe yê ji 20 salan ve miriye li ser girêbesta bexşînê îmze bike, bêyî ku wekaleta wî hebe.

9 hezar metre çargoşe ya Cemîl Xelîl Şêxo ye, Ebû Emşê zor li kurê wî Ferîd kir û ew neçar kir li şûna bavê xwe li girêbesta bexşînê îmze bike.

2 hezar metre çargoşe yê Yûsif Henan Mamo ye.

7 hezar metre çargoşe yê Şêx Husên (Xoce) ye.

7 hezar metre çargoşe ya Ehmed Mistefa Mistê ye, Ebû Emşê zor li neviyê wî Ebdula kir û ew neçar kir li girêbesta bexşînê îmze bike.

2 hezar metre çargoşe yê Reşîd Silêman Reşkor e.

6 hezar metre çargoşe yê Mihemed Elî Mistikê ye.

Li gor çalakvanên Efîrnê, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, bi awayekî sîstematîk kar li ser guhartina demgrafiya Efrînê û nehîştina nasnameya kurdbûna Efrînê tê kirin û bi hezaran xanî, zevî, mal û milkên kurdên Efrînê hatine desteserkirin.

Pustên heman beş