Bi vîdyo – 9 Gerîla li Metînî hatin hedef kirin

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên PKKê li Başûrê Kurdistanê hedef kir, 9 çekdarên rêxistinê can da.

Wezareta bergirîya Tirkiyê, îro roja dûşemî 19/4/2021an, daxuyanî da û ragihand, di êrîşekê de ku li başûrê kurdistanê pêkhatîye, 9 çekdarên rêxistina PKKê hatine hedef kirin.

Wezareta bergirîya Tirkiyê dîmenên êrîşê jî parvekirine û têde balefirên F18 yên Tirkiyê xweya dikin wexta ku li çiyayê Metînî roketê li nuqteyên PKKê dixin, agir û domaneke herî mezin li ciyê ketina roketê beriz bû.

Hêjay gotinê ye, li şeva derbasbûyî balefirên dewleta Tirkiyê li çiyayê Gare jî êrîşa nuqteyên PKKê kirîye.

Pustên heman beş