Rêxistina PKKê ku ji dema nemana terora DAÎŞê bûye astengî li ber vegerîna penaberê Şingalê, dixwaze bi gotina bjî «BIJÎ SEROK APO» û «BÊ SEROK JIYAN NABE», jiyanê vegerîne Şingalê.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, nêzî 600 malbatên aware û penaberên Êzidî paş peymana oktobera sala rabûrî ya Şingalê vegerîne cih û warên xwe, awareyan behsa rewşa Şingalê û awayê jiyana li wê derê li gel PKKê kirine.
Çavkaniyên me li Başûrê Kurdistanê agahî ji hinek awareyên vegeryayî standine, wan bas li liv û tevgerên hêzên girêday PKKê û Heşda Şabî kirin, kanê bi tu awayî dixwazin Şingalê avedan bikin.
Yek ji awareyên Êzidî ji boy pêgeha me got: «Rêxistnên PKKê wêne û siloganên xwe li her dera Şingalê dane, dixwaze bi gotina «BIJÎ SEROK APO» Şingalê avedan bike û jiyanê lê xort bike, awareyên Êzidî ji naçarî vedgerin, PKKe astengîyan ji boy vegerîna wan çêdike».
Rêveberîya Şingalê li pêncşemîya rabûrî 15/4/2021an eşkere kir, paş Peymana Şingalê ewa li oktobera sala rabûrî li nêvbera hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê hatîye îmze kirin, nêzî 600 malbatên Êzidî vegerîne warê xwe, lê belê pêtirîya wan careke din bi sedema PKKê û Heşda Şabî careke din aware bûn û vegerîn jiyana dil bi êş ya kampan li sînorê parêzgehîya Dihokê.
Awareyên Êzidî ji nûve mebesta rêxistina PKKê ji gotina «BÊ SEROK JIYAN NABE» fêm kirine, ji nûve zanîn ku PKKe li jêr vê gotinê dixwaze jiyanê li ber gelê Kurd tune, reş û tarî bike, ji nû ve fêm kirin ku her ev gotin sedema serekeye ku Şingalê heya roja me ya îro wêran, kavil û bê jiyan maye.
Şengalî dibêjin bi slogan û wêne û dirûşm avêtinan Şengal avedan nabe û jiyan navegere Şengalê, ger PKKe bixwaze jiyan vegere Şengalê û dîsa gelê êzdî weke însanan li Şengalê bijîn pêwîst dike Şengalê ji çekdaran vala bike, keç û xortên wan bi zorê nebe û wan çekdar neke, rê bide rêveberiyeke sivîl Şengalê bi rêve bibe û Şengal ji ala PKKê û grûpên ser bi wê ve û wêneyên Ocelan û pankartên ku li her derî tên dîtin û axaftinên bê wate li ser nivîsandine bê pakij kirin, ew dibêjin heya ku milîsên heşda şebî û heşda kurdî “PKKe” li Şengalê bin jiyan li Şengalê wê pir bi zehmet be.
Yek din ji Êzdîyên Şengalê dibêje, PKKe weke Hizba Bes a Sedam Husên tev digere, weke çewa Hizba Bes gel naçar dikir bi dengek blind bibêje ” Bi Ruh Bi Dem Nefdîk Ya Sedam” PKKe jî her bi wî awa gel neçar dike ku bibêje “bi can bi xwîn em bi tere ne ey serok”, lê bi rastî ne kesek bi can û xwîn bi Ocelan re ye, ne jî kesek dixwaze xwe fîda bike, gel êzdî dixwaze dîsa jiyanek bi rumet û normal derbas bike, dixwaze jiyan weke berê vegere û Şengal ji çekdaran û rewşa Military derbas bibe, em ti tiştekî naxwazin, bi tenê em dixwazin weke her însanek din jiyanek normal derbas bikin.
Li gorî Peymana Şingalê pêwîste PKKe û Heşda Şabî Şingalê çol bikin. Hem dem peymana Şingalê garantîya avedan kirina Şingalê û vegerîna awareyên Êzidî dike, lê belê rêxistina PKKê û Heşda Şabî ku piştigrîya xwe ji Îranê distînin, red dikin Şingalê çol bikin.