Êvara îro du roketên ji corê Katyuşa li nav bajarokê Kifrî li Herêma Kurdistanê ketin xwarê, lê ti zirarên canî nebûne. Qaymeqamê Kifrî jî ev yek piştrast kir û diyar kir, “lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kiriye.”
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, herdu Katyuşa di dema berbanga fitarê li nav Kifriyê ketine û destnîşan kir, roketek li nav taxa Îmam Mihemed û ya din jî li nav bazara Kifriyê ketiye xwarê.
Li gor zanyariyan ji ber ketina wan roketên katyuşayê “ti zirarên canî çênebûne” .