Hemwelatyekî şingalê ragehand, piştî dayîk û du bra berî çend rojan hatine bêserûşûn kirin, duh jî bavê wan diyar nemaye û bê serûşûn e.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Şingalê ragihand, “dayîka bi navê Nadîre Husên Seydo ya 44 salî û her du kurên wê yên bi navên Lewend Nayîf Derwêş û daxwaz Nayîf Derwêş ku xelkê Dugrê ya ser bi qeza Şingalê ne, roja 11/4/2021êd nava Dugrê da hatine bêserûşûn kirin.”
Herweha ragehand îro 18/4/2021ê jî: “Semyanê vê malbatê yê bi navê Nayîf Derwêş, çûye cem çekdarên PKKê daku li çarenosa endamên malbata xwe bipirse, lê careke din nevegeriyaye û ji duhîve telefona wî daxistîye û bê serûşûn e.”
Çavkaniyên me her wiha eşkere kir, dayîk û du kurên wê xwastine herin seredana dixtor bikin, ji bo wê jî daxwaza trombêlekê kirine û piştî li trombêlê suwar bûne, tu agahiyek ji wan nezaniye û heya niha bê serûşûn in.
Herwiha eşkeraekir: “semyanê vê malbatê jî ku li gel PKKê kar dike, çûye gel wan û nevegeryaye û telefona wî jî daxistîye û peywendîya wan qut bûye.” yek ji endamên vê malbatê got:”me dixwast ji Şingalê derkevîn û biçîne parêzgeha Duhokê, lê dayîk û du birayên min li gel yek û piştra jî bavê min hatine bê serûşûn kirin.”