Ji tirsa PKKê serokê Hevpeymaniya Niştimanî reviya Tirkiyê

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî bi sedema wê yekê ku Mihemed Girtikî berpirsê Raniya yê vê partiyê ji hêla PKKê ve hatiye desteserkirin û pişt re îtîraf kiriye li jêr fermana wî de sîxurî ji boy dewleta Tirkiyê kiriye reviya Tirkiyê.
Piştî ku li 15/10/2020an yek ji berpirsên Hevpeymaniya Niştimanî li Qendîlê wenda dibe, piştre eşkere dibe PKKê ew kes desteser kiriye, lê belê PKKê ti agahî derbara vî kesî bi malbata wî nedan.
Mihemed Girtikî berpirsê Raniyê ê hevpeymaniya Niştimanî li Saet 9:00 sibê roja pêncşemî 15/10/2020an ji mala xwe derketbû, li Saet 12:00ê heman rojê telefona wî qepat dibe û nûçeyê diyar nemana wî ji hêla kurê wî ve belav dibe.
Li gor zanyariyên pêgeha Darka Mazî ku ji çavkaniyên xwe ên taybet li Başûrê Kurdistanê bi dest xistine, PKKê ev berpirsê Hevpeymaniya Niştimanî destser kiriye û piştre navbûrî Îtîraf kiriye ku ji boy Tirkiyê sîxurî kiriye.

Mihemed Girtikî her weha îtîraf kiriye ku hemû karên sîxurtiya ser PKKê li jêr ferman û çavdêriya Aram Qadr ê serokê Hevpeymaniya Niştimanî encam dayîne, jiber vê yekê û ji tirsa PKKê niha Aram Qadir reviyaye û li Tirkiyayê nîştecî bûye.
Partiya hevpeymaniya Niştimanî, li meha Kanûna duyemîn a sala 2018an bi navê “Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî” yekem civîna xwe encam da û Berhem Salih bi serokê vê partiyê hat destnîşankirin, piştre beşdarî hilbijartinên parlamentoya Îraqê bû û karî du kursiyan bi dest xwe bixe, lê belê li meha îlona heman salê Berhem Salih ji ber berjewendiyên xwe ên şexsî û bi destxistina postê Serok Komariya Îraqê dest ji vê partiyê kişand û careke din tevlî refên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê “YNKê” bû.