Li Başûrê Kurdistanê tevî kirîza abûrî kirîza giyayên biharî jî pedya bûye!

Li Başûrê Kurdistanê tevî kirîza abûrî kirîza giyayên biharî jî pedya bûye

Di werzê biharê de li piraniya çiyayên Kurdistanê giyayên cur be cur şîn dibin û ev giyaye ji boy hin meremên cuda weke xwarin û dermanên kurdî di nava gel de tên bikar anîn, lê îsal bazarê van giyayan li Başûrê Kurdistanê pir lawaze.

Tevî ku werzê biharê bi ciwaniya xwe û destpêkirina ser sala kurdî tê naskirin, lê belê di vî werzî de hin giyayên xwarinê li çiyayên Kurdistanê şîn dibin ku ji aliyekî dibe jêderek ji boy destxistina hinek pere ji boy şêniyên gundan û ji aliyek din gel bi awayek gelemperî di xwarinên kurdî de bikar tîne.

Li gorî agahiyan îsal ev giyaye li Başûrê Kurdistanê pir kêm bûne, sedemên kêm bûna van giyaya ji boy sê sedemên sereke vedgere ku ew jî evin:

1-      şerê di nêvbera PKKê û dewleta Tirkiyê de li ser xaka Başûrê Kurdistanê, ku astengek sereke ye. Jiberku şêniyên gundan ji ber parastina canê xwe daku ji hêla balefirên Tirkiyê ve neyên armanc kirin pir kêm diçin çiyaya, bi taybetî çiyayên weke Gare, Metîn, Heftenîn û hwd…

2-      baca ku PKKe ji şêniyên gunda distîne. Tevî hemû gefên li ser jiyana wan, hinek ji şêniyên gundên Başûrê Kurdistanê ji boy peydakirina nanê jiyanê, canê xwe têxin xetereyê û ji boy bi dest xistina giya û firoştina wan li bazarî diçin çiyayên Kurdistanê, lê belê çekdarên PKKê hetta baca giyayên biharî jî ji wan distîne.

3-      kêm barîna baran û berfê di îsal de. Îsal rêjeya barîna berf û baranê li Başûrê Kurdistanê pir kêm bûye, bi awayekî ku xetereya hişkesaliyê li ser Başûrê Kurdistanê heye, ev yek jî bûye sedem ku rêjeya giyayên biharî kêm bibe.

Pustên heman beş