Hat ragihandin ku li bajarê Qamişlo piştî çekdarên Dîfaa El Wetenî (milîsên hêzên Berevaniya Niştimanî ya rêjîma Sûriyê) agirbest binpê kirin û careke din şer derket zarokekî 14 salî bi guleya wan hêzan hat kuştin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê milîsên hêzên Berevaniya Niştimanî ya rêjîma Sûriyê, îro dema nîvro agirbesta ku şeva borî bi navbeynkariya Rûsyayê bi hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê re hatibû kirin şikandin û gule bi ser xaleke hêzên Asayişê de berdan.
Piştî wê êrîşê nava rojê careke din şer dest pê kir û hat diyarkirin ku zarokekî 14 salî bi guleya Dîfaa El Wetenî hatiye kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.