Tawanên rêxistina PKKê li Şingalê dewam dikin, ev çend rojin gef xwarin, revandin û bi zor çekdar kirina zarokan li wir zêde bûne.
Li gorî agahiyên destê me, rêxistina PKKê û çekdarên girêday wê li Şingalê, ev çend rojin dest avêtîye tehdîd kirina wan xêzanên ku ciwanên wan ji PKKê veqetîn, hinek ji wan yên ku razî nebûne vegerin rêxistinê, revandine.
Çavkaniyên me li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, li destpêka vê mehê, çekdarên PKKê 4 ciwanên yek malbatê revandine ku ji rêxistinê cuda bibûn.
Dest nîşan kir, paş ku hewlên PKKê yên razî kirina wan ji boy dubare vegerîna nava rêzên rêxistinê rastî şkestinê hatî, malbatên wan hatin tehdîd kirin û piştre hatine revandin û hêjan çarenivîsa wan nediyare.
Çavkaniyên me eşkere kir, ji ber ku cudabûna ciwanên Êzidî ji rêzên rêxistina PKKê li Şingalê zêdebûye, lewma tawanên revandina wan zêdebûne.