Supayê pasdaran ciwanek Kurd kuşt

Supayê pasdaran ciwanek Kurd kuşt

Supayê pasdaran yê rejîma Îranê gulle berdan ciwanek Kurd û paş ku bi giranî birîndar ketî, revand û piştre malbata wî haydar kir ku can daye.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan îro çîroka kuştina ciwanek Kurd bi destê supayê pasdaran parvekirîye û têde hatîye: li roja 14/4/2021an, supayê pasdaran gulle berdan mala ciwanekî Kurd bi navê Ehmed Ersin ku ji şêniyên bajarokê Mako yê girêdayî Ormîyê û bi giranî birîndar kir.

Dest nîşan kir, supayê pasdaran paş ku ev kes birîndar kirî, li gel xwe birin û paş çend rojekan malbata wî haydar kir ku Ehmed can daye.

Li gorî rêxistina Hengawê, li roja ku Ehmed hatîye birîndar kirin, supayê pasdaran du ciwanên din jî bin çav kirine, yek jê di temena 16 saliyê de ye.

Pustên heman beş