Kontrolkirina vîrosa Corona li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi sedema gendelî û kêrnehatina rayedarên rejêma Îranê ji dest derketiye, di niha de vîrosa Corona hemû Rojhilatê Kurdistanê û Îran vegirtiye û her ku diçe qurbaniyên vê vîrosê zêdetir dibin.
Di niha de piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê di rewşa sor û pirr xeter de ne.
Di dema hin rojên dawyê de bi tenê li bajarê Bokan 10 kesa bi sedema Corona yê canê xwe ji dest daye û bi sedan kesên din jî bi vê vîrosê ketîne.
Roja şemî 14/4/2021an, li parêzgeha Ormîyê hezar û 391 kes bi Corona yê ketin û 17 kesan canê xwe ji dest da, hejmara giştî a kesên bi Corona yê ketî li vê parêzgeha Rojhilatê kurdistanê gihiştiye 4 hezar û 8 kesan.
Ev yek di demekî de ye ku piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke bi vî awa de ne û rayedarên rejêma Îranê ti hewlek cidî ji boy kontrol kirina vê vîrosê nadin û nexweşxaneyên Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke herî xerab de ne.
Li gor datayên wezareta tendirustî a rejêma Îranê, heya niha bi sedema vîrosa Corona nêzî 69 hezar kes li Îranê bûne qurbanî.