Ji duh êvarê heya niha, dewleta Tirkiyê bi awayek berfireh dest bi dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê li sînorê Berwarî Bala û Nêrwe Rêkan kiriye.
Piştî ku duh 23/4/2021an dewleta Tirkiyê operasyonek ji boy ser pêgehên PKKê li Zinara Gundê Kêste ê ser bi devera Berwarî Bala ve destpêkirî û di dema 30 xolekan de ew zinar dagîr kirî, îro jî operasyona xwe berdewam kir û bi kûrahiya 10 kîlometran li navçeyên Nêrwe û Rêkan Başûrê Kurdistanê dagîr kiriye, PKKe jî weke her car paşve vedikşe û navçeyê bi cî dihêle.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî leşkirên dewleta Tirkiyê piştî ku Zinara Çiyayê Kêste li devera Berwarî Bala dagîr kirî, bi kûrahiya 10 kîlometran li navçeyên Nêrwe û Rêkan jî hatîne nava Herêma Kurdistanê de û heya nêzî gundê Pêde ê sînorê Hoza Rêkaniya bê ku ti berxwedanek ji aliyê PKKê ve bê kirin dagîr kiriye.
Piştî ku ji duh êvarê heya serê sibê leşkirên Tirkiyê aqarên her sê gundên Kêste, Hiror û Çelkê topbaran kirî û pişt re ew cih dagîr kirî, îro jî li navçeyên ser bi hozên Nêrwe û Rêkaniya ku ser bi Amedîyê ne bi kûrahiya 10 kîlometran dagîr kirin, ev yek jî bo sedema nerazîbûna şêniyên van gundan û daxwaz ji PKKê kir êdî nebe sedem ku Tirkiye bi hinceta hebûna çekdarên wan, gundên wan dagîr bike.
Şêniyên van gundan daxwaz kir yan PKKe li dijî leşkerên Tirkiyê şer bike, yan jî bi tenê di dema aramiyê de li gundên wan xwedî nederkeve û bi navçeyên parastina medya bi nav neke, şêniyan her weha ragihand ev karê PKKê bi tenê hêncet dane dest dewleta Tirkiyê ye daku van gundên Başûr jî weke gundên Bakurê Kurdistanê dagîr bike, şênî dixwazin PKKe û Tirkiye şerê xwe li navçeyên wan dûr bikin daku ew bikarin di rewşeke normal de jiyan bikin.