Hin gundên devera Nihêlê li Başûrê Kurdistanê hatin bordomankirin

Hin gundên devera Nihêlê li Başûrê Kurdistanê hatin bordomankirin

Ji hêla dewleta Tirkiyê ve îro hin gundên ser bi devera Nihêlê ku dikevin sînorê Amedîyê bodromankirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî  li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, êvara îro roja yekşemî 25/4/2021an balefir û topxane yên dewleta Tirkiyê aqarê gundê Berçê û çiyayê Metîna bordoman kirine lê vê bordomanê ti ziyanên canî li pey xwe neanîn.

Çavkaniyên me her weha eşkere kir, ev cara yekemîne ku bi vî awa nêzî gundê Berçê tê hedefkirin, ev yek jî  ji boy nêzîbûna çekdarên PKKê ji van gundan vedgere.

Yek ji şêniyên gundê Berçê ku nexwest navê wî eşkere bibe û wêne ji me re şandine eşkere kir, niha çekdarên PKKê jiberku ji boy parastina canê xwe tên nêzî gund yan hin caran dikevin nava gund de bûne belaya serê me, em ji wan daxwaz dikin daku canê xwe biparêzin canê me nekin xetereyê de, ger PKKe dixwaze kurdîniyê bike, ger dixwaze şer bike û Kurdistanê azad bike bila biçe Bakur û şerê xwe li gundên me dûr bike.

Yek din ji şêniyên gundên Berçê eşkere kir, em naxwazin bi derdê Amedê biçin, em naxwazin çewa PKKê bi hênceta şerê xendekan Amed wêran kir û bi sedan kesa dan kuştin, bi hênceta parastina canê xwe me jî bidin kuştin û piştre me bikin mijara piropagindeyê di çapemeniya xwe de.

Pustên heman beş