Li Sine du çalakvanên sivîl ên Kurd hatin girtin

Li Sine du çalakvanên sivîl ên Kurd hatin girtin

Hat ragihandin, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê du çalakvanên sivîl ên Kurd ku çalakvanên jîngehparêz in hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.

Li gorî zanyariyan, du çalakvanên sivîl bi navên Merziye Xulaweysî û Sîrwan Ebdullahî ku xelkê bajarê Sine ne, doh 24ê Nîsanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin û ew birine cihekî nediyar.

Hat zanîn ku hêzên Îranê bêyî ti belgeyên yasayî, her du çalakvanên Kurd ku dayik û kurê wê ye li nav mala wan girtine.

Pustên heman beş