Bihayê nan li Rojhilatê Kurdistanê bilindtir dibe

Bihayê nan li Rojhilatê Kurdistanê bilindtir dibe

Li parêzgeha Sine kargirûpa çaksaziya sîstema alîkariyên hikûmî yên taybet bi genim, ar û nan ragihandiye, ji boy wekhevkirina bihayê nanî li bajarê Sine di gel bihayê nanî li parêzgehên din, lîsteyeke nû ji boy nirxa nan daye dest firneyên nanî ên vê parêzgehê.

Li gor bihayê nû ê nanî li vê parêzgehê ji sibe roja sêşemî 27/4/2021an vir de, pêwîst dike nanpêjî bi bihayên nû nan bifroşn, bi awayekî ku bihayê yek nan ku bera niha 250 tûmen bû bi 300 tûmenan bi xelkê bê firoştin.

Her di vê derbarê de li 21/4/2021an îdareya dexilûdana parêzgeha Ormiyê bihayê nanî li vê parêzgehê girantir kirbû.

Bi biha bûna bihayê nanî li her du parêzgehên Ormiyê û Sine li rojhilatê Kurdistanê di demekî de ye ku ev parzêzgehe di rêzbenda 3 parêzgehên yekem ên berhemanîna genim tên hijmartin.

Bilindbûna bihayê nan di demekî de ye ku bihayê genmî ti guherînek bi serda nehatiye û cotkarên kurd bi sedema nizim bûna bihayê genim, neçarin berhemên xwe ji boy xwarina heywanan bifiroşin heywandara.

Hêjayî gotinê ye havîna rabûrî paş ku nan li Îranê kêm bûy, karbidestên rejêma Îranê ji sedê 30  heya 45%, bihayê nanî girantir kir û niha jî tê gotin ku dibe careke din ji sedê 70 girantir bibe.

Pustên heman beş