Supayê pasdaran li Rojhilatê Kurdistanê xalên teftîş kirinê didanin û mobaylên hemwelatiyan ji wan distînin!

Supayê pasdaran li Rojhilatê Kurdistanê xalên teftîş kirinê didanin û mobaylên hemwelatiyan ji wan distînin!

Hêzên supayê pasdarên Îranê herî kêm dest bi ser mobaylên 17 hemwelatiyên bajarê Şino de girt.

Di dema rojên rabûrî de hêzên supayê pasdarên Îranê li ser rêya gundên derdora bajarê Şino ê Rojhilatê Kurdistanê, xalên teftîş kirina demkî danîbûn û tevî lêpirsîna ne qanûnî bi xelkê re dest bi ser mobaylên hin hemwelatiyan de girt.

Li gor rapora rêxistina girêdayî mafên mirovan a bi navê Hengaw, di dema rojên rabûrî de, hêzên supayê pasdarên Îranê bi danîna xalên pişkinîna demkî li ser rêyên gundên derdora bajarê Şino weke “Sîngan” û “Sufîya” ew tirombêlên di van rêyan de hatin û çûn dikir ragirtine û bi awayekî ne qanûnî lêpirsîn bi xelkê re kiriye.

Hengawê tekez kir ku hêzên supayê pasdaran herî kêm dest bi ser mobaylên 17 hemwelatiyan de girtine.

Pustên heman beş