Bi vîdyo- Li Metînî Tirkiyê êrîşî PKKê kir

Balefirên dewleta Tirkiyê îro liv û tevgerê PKKê li Metînî û Avaşîn hedef kirin, 5 çekdarên rêxistinê can da.

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê, li hesaba xwe ya twitter ê belav kir, îro roja pêncşemî 29/4/2021an êrîş li Metînayê û Avaşîn hatine encam dan û 5 çekdar hatine hedef kirin.

Dest nîşan kir, bi vê êrîşê hejmara çekdarên PKKê ku di êrîşên rojên rabûrî li Metînî, Avaşîn û Basyan hatine hedef kirin, gihîşt 42 çekdaran.

Rêxistina PKKê li derbara vê amara Tirkiyê tu agahî nedane, lê belê medya rêxistinê bê navbir nûçeyên şer parve dike û dibêje lehnigên me bi dehan esker ceza kirine.

Her yêk ji artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê, zirarên canî yên hev rast nabêjin û her alîyek ji hêla xwe ve amarên zêde radgihîne û van agahîyan weke şerekî ragihandinê li dijî hev di meşînin.

Pustên heman beş