Artêşa Tirkiyê, îro sibehê êrişa bajarokê Tilirfetê yê Rojavayê Kurdistanê kir û dorbera bajêr bombebaran kir.
îro roja pêncşemiyê 29/4/2021an, artêşa Tirkiyê bi tank û tophavêjan, liv û tevgerên Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê, li dorbera bajarokê Tilirfetê yê Rojava Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gorî agahîyan, li destpêkê balefirên bê mirov demekê li herêmê gerîyan, piştre artêşa Tirkiyê bi tank û tophavêjan, gundên Merinaz û Malikyê topbaran kirin.