Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya qismî hat ragihandin

Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya qismî hat ragihandin

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber zêdebûna rêjeya belavbûna vîrûsa koronayê, Rêveberya Xweser qedexeya qedexeya sînorkirî ya qismî bo çûnûhatinê û derketina derve ragihand.

Rêveberiya Xweser îro qedexeya beşî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî heta 6ê vê mehê ragihand.

Li gorî biryarê, wê qedexeya derketinê nava rojê ji saet 7ê êvarê heta 7 sibehê berdewam be.

Di dema qedexeyê de, wê hemû sînor werin girtin, tenê nexweş, xwendekar û bazirgan karibin herin û werin.

Herwiha hat diyarkirin ku wê hemû dibistan, zanîngeh û hemû cihên olî girtî bimînin û kombûn jî qedexe bin.

Rêveberiya Xweser bang li welatiyan kir, pabendî biryaran bin.

Pustên heman beş