Pasdarên Îranê du kolberên Kurd bi giranî birîndar kirin

Pasdarên Îranê du kolberên Kurd bi giranî birîndar kirin

Pasdarên Îranê, li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên Kurd bi giranî birîndar kirin.

Malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kir, li çiyayê Tete li nêzîkî bajarê Merîwanê, komek kolberên Kurd rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Herwiha li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî Kurd bi navê Rehmetullah Qadirnejad, bi giranî birîndar bû.

Ji aliyekî din, pasdarên Îranê li devera Mile Tete ya Merîwanê jî kolberekî Kurd bi navê Fuad Rahpêyker, xelkê gundê Berdereş yê Merîwanê, girtin û bi tundî lê dan û îşkence lê kirin û bi giranî birîndar kirin.

Pustên heman beş