Piştî Raperîna Gelê Kurdistanê, tîmên mayînhelgir li navçeyên sînor karê rakirina mayînan dikin û zevî û rez û cîhên mayînkirî paqij dikin. Naha PKK bûye asteng li pêş wan tîman ku li navçeyên sînor karên xwe bikin û berdevkê rêveberiya karûbarên mayîn û teqemeniyê jî ragehand: ‘’PKK rêgire li pêş karê me.’’
Berdevkê rêveberiya karûbarên mayîn û teqemeniyê li Duhok Rêgir Ebdulşasî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rojane tîmên me li seranserê parêzgeha Duhokê zevî û erdên hemwelatiyan paqij dikin ji mayînan.’’
Herwaha got: ‘’Lê naha pirsgirêka herî mezin li pêş karê me hebûna PKKê û binkeyên wan ên li hin navçeyane. Ji bo nimûne li sînorê qeza Amêdiyê ku tirk bi bahaneya PKKê li wê deverê bombebaranê dike û ji ber wê jî karên me yên li wan navçeyan rawestane.’’
Rêgir Ebdulşasî got: ‘’Me tîmeke taybet li nahyeya Kanî Masî hebû li devera Amêdiyê, ku rêyeke dûre û rojane li Duhok diçûn wê deverê, ew kamp cîhê mayîn û hewana wan karmendan bû, ku şev û roj li wê navçeyê kar dikirin. Lê naha PKK bûye rêgir li pêş karên me û me ew kampa xwe jî daxist.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Heta PKK binke û baregehên xwe li wan navçeyan hebin, balefirên Tirkiyê navçeyê dê bombebaran bikin û em jî tirsa hindê û tirsa canê karmend û mayînhelgiran nikarin kar bikin.
Navborî teqez kir: ‘’Me kampa Kanî Masî vala kir û karên me li wê deverê me rawestandin. Ev yek jî ziyanê digehîne gundî û kasibkaran. Ji ber mayîn di wan de dê biteqin û bûyerên nayên xwestin dê pêkbên.