Li devera Berwarî Bala Tirkiyê 44 gerîla û PKKê jî 140 esker kuştine!!

Li devera Berwarî Bala Tirkiyê 44 gerîla û PKKê jî 140 esker kuştine!!

Her yêk ji artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê amara zirarên canî yên êrîşa rojên rabûrî parvekirin, Tirkiye dibêje me 44 çekdarên PKKê kuştine, KCKe jî dibêje, me 144 esker kuştine û sêqat brîndar kirine!.

Li 23 meha rabûrî artêşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê êrîş dest pê kir, di vê êrîşê de rêxistina PKKê ji Zinara Kêste bazda û bêy şer di danekê rojê de ji bo Tirkiyê hişt, Tirkiyê serbazgeh li wir çêkir.

Duh roja yekşemî 2/5/2021an Hulusî Akar wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê serdana serbazgeha nû ya li ser axa başûrê kurdistanê kir û li wir got: me 44 çekdarên PKKê di operasyonê de kuştin û operasyon wê bidome.

Îro roja duşemî 3/5/2021an, Sozdar Avêsta endama KCK ê got: me 140 leşkerên tirk kuştine û sê qatî vê hejmarê jî birîndarên wan hene!!.

Di dawîn êrîşa Tirkiyê de, PKKe tev navçeyên ku di destê wê de ne bi taybet li devera Berwarî Bala mîna Zinara Kêste, ji boy Tirkiyê hiştine, li himber vê çapemeniya PKKê dîmenên hinek çalakiyan parve dike û têda dibêje ku wan esker ceza kirine!.

Pustên heman beş