Îranê 28 ciwanên Kurd li ser çalakiyên siyasî girtin

Îranê 28 ciwanên Kurd li ser çalakiyên siyasî girtin

Rejîma Îranê 28 ciwanên Kurd yên Rojhilata Kurdistanê tenê li meha rabûrî bi cînatên siyasî û endametîya partiyên Kurdistanî desteser kirine.

Li gorî rêxistina Hengaw a mafên mirovan, li meha nîsana îsal 2021an, rejîma Îranê 28 ciwanên Kurd li ser çalakiyên siyasî, medenî û endametîya partiyên Kurdistanî li bajarên Rojhilata Kurdistanê desteser kirine.

Ji sercema van kesan, 22 bi cînayeta çalakiyên siyasî û pêwendîya bi partiyên Kurdistanî hatine desteser kirin, yêk bi sedema beşdarî kirinê di çalakiyên Newrozê de, hemwext 5 kes li ser çalakiyên medenî hatine desteser kirin.

Rêxistina Hengaw dest nîşan kir ku 13 kesên desteser kirî ji parêzgehîya Ormiyê, 12 ji Sine û her wiha 3 kesên din ji Îlamê ne, her wiha 3 jin jî di nava wan de hene.

Pustên heman beş