Tirkiyê binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor danî

Tirkiyê binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor danî

Artêşa Tirkiyê bi rêya esmanî, binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor yê li sînorê nahiya Kanî Masî cîgir kir.

Rêveberê Nahiya Kanî Masî Serbest Sebrî ji K24ê re diyar kir: “Şeva din şer di navbera PKK û Tirkiyê de li deverê berdewam bû û piştre li pey bombebaraneke tund li dijî binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), hêzên Tirkiyê vê sibê li çiyayê Kevresor daketin û binkeyeke serbazî li wê deverê cîgir kirin.”

Serbest Sebrî herwiha diyar kir: “Ji 27ê meha borî ve artêşa Tirkiyê li deverên Zinarê Kêste û bilindahiyên Çelkê Mesîhiyan û Mela Redê, ji helîkopterê daketin û binkeya xwe ya serbazî cîgir kirin.”

Pustên heman beş