Hêzên Pêşmergehên Başûrê Kurdistanê ev dema çendîn salane ji bo ku tu alozî li nêvbera wan û çekdarên PKKê de çênebin, nêzî wan navçeyan nebûne, îro jî ji boy parastina wan navçeyan û dûrketina şerê Tirkiyê û PKKê ji sînorê wan gundan, nuqteyên xwe li wan navçeyan cêgîr kirin.
Dewleta Tirkiyê li 23 meha rabûrî êrîşeka berfireh li ser PKKê li devera Berwarî Bala dest pê kirbû, çekdarên PKKê Zinara Kêste di demeke herî kêm de bi cî hişt û Tirkiyê baregeha xwe li wir ava kir.
Bi sedema liv û tevgerên PKKê li nêzî gund û sînorê bajarokan, ev der dewam dikevin ber bordomanan û zirar bi şêniyên gundan dikeve, şêniyên gundan di xwazn çekdarên PKKê xwe ji gundên wan dûr bikin ji bo ku gundên wan nebin meydana şer.
Hêjay gotinê ye, li van dû salên dawiyê, heger rêxistina PKKê şer bi Pêşmergehên Başûr nefiroştiba û rê bi Pêşmergehan daba li devera Berwarî Bala cîh bigrin, îro navçeyên weke Zinara Kêste ji hêla dewleta Tirkiyê ve nedhatin dagîr kirin.