Di çend rojên rabûrî de bi dehan kesên selefî û tundajû bi piştevaniya îsîxbarata Îranê hewl dane binemayên kurdatiyê û şaristaniyeta bajarê Merîwanê têk bidin û gelê bajarê Merîwanê jî ji boy parastina çanda xwe a netewî daketin kolanan.
Çavkaniyên nûçeyan li rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin ku di dirêjahiya pîlanên rejîma Îslamî ya Îranê de ji boy dijatîkirina netewa kurd û dirustkirina cudahiyan û kaosê di nêvbera gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê de û têkdana binemayên şaristaniyeta Kurdistanê bi giştî û bi taybetî bajarê Merîwanê, hin kesên kirêgirtî û tundajû yên Îslamî, bi çekên sar û germ berbûne canê gel û êrîşî ser gelê Merîwanê dikin û dema xelkê bajar li dijî wan disekinin hêzên bi ser îtîlaata Îranê ve raste rast û ne raste rast alîkariya wan terorîstan dikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev pevçûn li taxa Darseyrana Kevin pêkhatiye û dema hin kesên selefî li ciwanekî wî taxî xistî û ew birîndar kirî xelkê Darseyran têne ciwab û wan kesên selefî li taxê xwe der dikin, lê ev kesane ku kesên berniyas û kirêgritî yên rejîma Îranê ne ji aliyê xelkê Merîwanê û navçeyên derdor tên naskirin, dîsan gefan li xelkê merîwanê dixwen û tehdîd dikin ku careke din ewê bi hêzeke zêdetir vegerin.
Her ji ber vê sedemê xelkê Merîwanê şeva rabûrî bi hatine nava cadeyan de piştevaniya xwe ji xelkê Dareseyran û çanda resen a neteweya xwe re diyar kirin û ev peyame gihand selefî û kesên kirêgirtî yên rejîmê ku Merîwan cihê DAIŞ û emîrên wê nîne û wê bi tundtirîn şêwaz berisva wan din.