Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li civaka navdewletî kir ku hilbijartinên serokatiya rejîma Sûriyê yên biryara 26ê Gulanê werin kirin, nas nekin.
ENKS bi daxuyaniyekê ragihand, di vê dema ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yê netewî û olî ji ber kuştin, wêrankirin, koçkirin û hejariyê dinale, du li ser sê ji gelê Sûriyê koçber û penaber bûne û zemîneya ewle û li bar nîne, rêjîma Sûriyê li dijî îradeya gelê Sûriyê û îradeya navdewletî û hemû biryarên wê, dest bi amadekariyên hilbijartinên serokatiya Sûriyê kirine.
ENKS diyar kir: “Ev rejîm ji bilî êşa giştî ya xelkê Sûriyê, siyaseteke nijadperest a kirêt li hember gelê me yê kurd pêk tîne, ji guhartina demgrafiyê, proseyên erebkirinê û bêparkirina gelê me ji mafên xwe yên neteweyî yên herî bingehîn dimeşîne. Rêjîma nav hemû siyasetên awerte bi serê gelê me tîne, ji ber ku ew li herêmên xwe tevlî şoreşa Sûriyê ya aştiyane bûne.”
ENKS dawî got: “Em wek Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û pêkhateyeke opozîsyon û şoreşa Sûriyê, bang li civaka navdewletî dikin, fişarê li rêjîma Sûriyê bikin, ji bo îradeya navdewletî ya pêkanîna çareseriyeke siyasî ya dadwerane bi cih bike, bi awayekî ku êş û azarên Sûriyan bi dawî bibe û gelê Sûriyê azadî û rûmetê de bijî.”