Rêxistina PKKê êrîşa ofîsa kenala tora medyayî a Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojava Kurdistanê kir, ev êrîş paş derbasbûna dû rojan ji civîna rêvebrên PKKê ya ku li Qendîlê li derbara medya û çapemeniyê çêkirî.
Îro roja şemî 8/5/2021an, hejmareke kesan ku tev alîgir û endamên rêxistina PKKê ne, êrîş birin ser ofîsa tora medyayî a Rûdawê li navenda bajarê Qamişlo yê Rojava Kurdistanê.
Kesên ku êrîş kirîn, siloganên piştgiryê ji bo PKKê di gotin û hemdem siloganên li dijî Rûdawê di avêtin.
Êrîşa ser ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo paş dû rojan ji civîna rêveberên PKKê ya Qendîlê tê ku di wê civînê de, biryara bêdeng kirina medyaya ku li gorî PKKê ne axive hatîye girtin.
Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Qendîlê eşkere kir, li roja pêncşemîya rabûrî 6/5/2021an, rêveberên PKKê Duran Kalkan, Sebrî Ok û Cemîl Bayîk civiyane û hinek biryar û telîmat li derbara medya û medyakaran girtine.
Hêjay gotinê ye, rêveberê PKKê Duran Kalkan weke birêvebir û serperiştê am ê medya PKKê tê hesab kirin.
Çavkaniyên pêgeha me li Qendîlê eşkere kir, êveberîya PKKê di civîna 6î mehê de, biryar girtîye ku her medyayeke li gorî PKKê û bi dilê PKKê ne axive, pêwîste were bêdeng kirin.
Dest nîşan kir, PKKê peyva bêdeng kirin di vê civînê de bi kar anî ye, ev yêk jî bi wataya gef xwarin û êrîş kirin, şewtandin û tiştên wusa tê.
Êrîşa îro ya ser ofîsa Rûdawê li Qamişlo jî, yekem hengav û encama civîna 6î mehê ya Qendîlê ye, çavkaniyên me eşkere kir, tê pêşbînî kirin, hinek saziyên din yên medyayî bi teybet yên başûr ku ofîs li Bakur û Rojava û Ewropay hene, rastî êrîşên wusa bibin, hemwext saziyên li Başûr yên ku li gorî PKKê nexebitin.
Rêveberê ofîsa tora medyayî ya rûdawê li Qamişlo diyar kir kesên êrîş kirîn li deriyê Rûdawê dan û hewl dan bi zorê derbasî nav ofîsê bibin.
Rêveberê ofîsa rûdawê got, me pêwendî bi Asayîşê re kir û hêzek hat ofîsa Rûdawê.
Tora medyayîya Rûdawê dezgeheke ku bi molet li Rojavayê Kurdistanê kar dike, lewma parastina hevkarên Rûdawê û ofîsa wê li Qamişlo li stûyê Rêveberîya Xweser a Demokratîk e.