Navenda hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên Serokomariya Îranê baykot dikin

Navenda hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên Serokomariya Îranê baykot dikin

“Bi baykot kirina hilbijartinên vê carê yên Serokomariya rejêma îslamî, bi tevahî pûçbûna rijêmê ji hemû cîhanê re eşkere bikîn.”

Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di ragihandina xwe a jimare “1” de, hilbijartinên Serokomariya Îranê baykot dikin û bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê dikin bila navendên dengdayînê li kurdistanê li hemû navendên din ên Îranê çoltir bin.”

Di beşekî ragihandinê de hatiye: komara îslamî ya Îranê di meha Xizîrana îsal de wê careke din şanoya bi nav hilbijartinên xwe bi rêve bibe. Ev di demekî de ye ku rewşa abûrî, siyasî û civakî ya Îranê di xerabtirîn rewş deye di dîroka qirêj a komara îslamî de. Rêvebirina xerab û neberpirsane ya abûra wilat, gendeliya bê radeya berpirsên vê rijêmê û dorpêçên abûrî, îranî di bin desthilata komara îslamî de aniye ser lêva jinavçûnê.

Di vê ragihandinê de rû bi gelê Rojhilatê Kurdistanê hatiye: “asta nerazîbûna gel her ku diçe ber bi zêdebûnê diçe û gel bi tevahî ji vê rijêmê bê hêvî bûne û ev nerazîbûna gel êdî ne bi tenê taybetmendiya neteweyên bin destê Îranê ne, belku hemû texên civakên Îranê bi xwe ve girtine.”

Diyare rewşa Kurdistanê heya astekî ber bi çav xiraptire ji hemû beşên din ên Îranê. Gelê kurd ji bilî givaşa abûrî ya ku bi ser wan de hatye ferizkirin, di hemû warên din de jî her di bin givaşê de ne.

Di beşeke din a ragihandina Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê de hatye tekez kirin ku paş helsengandina rewşa niha ya Îranê û navçeyê bi vê encamê gihîştin ku beşdar bûna gel di vê hilbijartinê de her weke carên berê ti destkeftek ji boy gel nabe û bi tenê dibe amûrek piropagindeyê ji boy komara îslamî bo nîşandana vê yekê ku di nava gelên Îranê de rewatî heye. Ji aliyekê din beşdar bûna gel di vê hilbijartinê de wê bibe alîkar û hinceta bin destiya zêdetir, îşkenceya zêdetir û bidarvekirin ên zêdetir ji berê û wê bibe muhra erê kirina karên komara îslamî.

Di dawyê de Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bang li gelên azadîxwaz ên Îranê bi giştî û bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê dike ku hilbijartinên serokomarî civatên bajar û gundan baykot bikin û bi beşdarî nekirina xwe û çol ragirtina navendên dengdayînê, vê hilbijartinê bikin referandoma “na” ji boy komara îslamî û hemû cînayet û gendeliyên wê.

Pustên heman beş