Balafirên Tirkiyê çiyayê Asosê bordûman kirin

Balafirên Tirkiyê çiyayê Asosê bordûman kirin

Balafirên şer ê Tirkiyê îro roja şemiyê 08.05.2021ê ji ber hebûna baregehên PKKê li herêma çiyayê Asos li qezaya Mawetê ya ser bi Silêmaniyê bordûman kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, zanîn îro roja şemiyê çiyayê Asosê herêma Xirolî Kanî Kinêr û Kelkî Şîlanan nêzîkî Gelaleyê ya ser bi qezaya Mawetê ji aliyê firokeyên şer ê Tirkiyê hatine bordûmankirin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir hîç ziyaneke canî ji ber bordûmanê çênebûye û tirs li nava şêniyên xelkê çêbûye. Herwiha çend cotkarên gundê Gelaleyê nêzîkî cihê bordûmanê bûne.

Ev dema çar sale çiyayê Asosê ji ber hebûna baragehên PKKê bi giranî tê bordûmankirin.

Pustên heman beş