Tirkyê li Garê êrişa PKKê kir
Balefirên dewleta Tirkiyê li çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê êrîşa çekdarên PKKê kir û 8 çekdar hatin hedef kirin.
Wezareta bergiryê ya Tirkiyê îro dîmenên êrîşeke nû a ser çiyayê Garê li Başûrê Kurdistanê belav kir, di vê êrîşê de hatîye ragihandin ku 8 çekdarên PKKê hatine hedef kirin.
Li gorî dîmenên ku hatine parvekirin, balefirên cengê roket li çiyayê Garê reşandine û agir û domaneke pir mezin li ciyê ketina roketan berz bûye.
Her îro medya PKKê hinek nûçe parvekirine û têde eşkere kir ku wan jî hejmareke eskerên Tirk ceza kirine û bêy ku bêjin kanê hatine kuştin yan birîndar kirin.