Du hemwilatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê îtîlaatê ve hatin desteserkirin

Du hemwilatiyên bajarê Qurwey ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê îtîlaatê ve hatin desteserkirin

Daryûş Xalidyan ê 22 salî û Musîn Sedî ê temen 21 salî, ji aliyê îstîxbarata Îranê ya bi navê Îtîlaatê ve hatin desteserkirin.

Du hemwilatiyên nîştecîyên bajarê “Qurwe” ê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îtîlaata Îranê yên vî bajarî ve hatin desteserkirin.

Li gorey çavkaniyên medyayî li Rojhilatê Kurdistanê, roja pêncşemî 6/5/2021an du hemwilatiyên bajarê “Qurwe” bi navên ” Daryûş Xalidyan” û “Muhsîn Sedî” bêy hebûna belgeyên dadwerî ji hêla hêzên Îtîlaata Îranê ve hatin desteserkirin.

Ev du ciwan piştî hatîn desteserkirin ji boy cîhekî nediyar hatin veguhastin û tevî xebatên malbatên wan ji boy haydarbûn ji rewşa wan lê heya niha ti agahiyek li ser rewşa wan nehatiye hîn bûn, hêzên ser bi Îtîlaata rejêmê jî amade nîne ti agahiyekê li ser rewş û sedeme girtina wan ciwanan bidin malbatên wan.

Pustên heman beş