“Amerîka têkiliya dîplomatîk bi Esed re nake û ji bo asayîbûnê gav navêje”

"Amerîka têkiliya dîplomatîk bi Esed re nake û ji bo asayîbûnê gav navêje"

Berdevkekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê David Schenker, ji Şarqul Ewsetê re ragihandiye ku wê rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden, bi ti awayî pêwendiyên nû yên dîplomatîk bi rejîma Esed re neke û gavên ji bo asayîbûna pêwendiyan navêje.

Li gorî nûçeyê berdevkê wezareta Amerîkî bal kişandiye ser zilimkariya 10 salên dawî ya rejîma Sûriyê û astengkirina alîkariyên mirovî bo welat.

Herwiha bal kişandiye ser ku helwesta Amerîkayê heman wekî sala 2011an ku li Sûriyê alozî dest pê kiribû ye û gotiye, “Wê ti carî bi rejîma Esed re pêwendiyên dîplomatîk ji nû ve çêneke yan jî pêwendiya bipêş naxe.”

Li ser pirsa stratejiya rêveberiya nû ya Amerîkayê bo dosyeya Sûriyê jî David Schenker diyar kiriye ku helwesta Amerîka diyar e û ew jî piştevaniya pêvajoya siyasî ye ku ew pabendî biryarên Neteweyên Yekbûyî û hevkariya ligel hevpeyman û şirîkên xwe ne.

Pustên heman beş