Sekreterê giştî yê PDK-Bakur îstîfa kiriye

Sekreterê giştî yê PDK-Bakur îstîfa kiriye

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) ragihand Sekreterê Giştî yê partiyê Dr. Yûsif Ziya daxwaza destjêberdana erka xwe kiriye û ew daxwaza wî hatiye pejirandin.

Îro roja yekşemê 09.05.2021ê PDK-Bakur bi daxuyaniyeke ragihand ku meclîsa partiyê, li ser banga Sekreterê Giştî Dr. Yûsif Ziya, roja 6ê Gulana 2021an bi beşdarbûna hemî endamên meclîsê civînek awarte li dar xistiye.

Li gor daxuyaniyê di civînê de rewşa giştî ya Kurdistanê û partiya wan hatiye niqaşkirin û 3 biryarên sereke bi yekdengî hatine standin.

Ew biryarên hatine pejiran din ev in: “Daxwaza Sekreterê Giştî yê partiyê Dr Yûsif Zîya bo destjêberdana kar hatiye pejirandin. Bawer Ucaman wekî Sekreterê Giştî yê nû hatiye hilbijartin. Partî dê giranî bide rêxistinê û ji bo vê armancê dê xebatek berfireh bi rê ve bibe.”

Pustên heman beş