Dije-terora Kurdistanê li derbara Rapora kuştina Suleymanî zelal kirin da

Dije-Terora Kurdistanê red dike ti pêwendiya wê bi operasyona kuştina Qasim Suleymanî re hebe û radigihîne, grûpeke bi navê CTG ya ser bi Lahûr Cengî û birayê wî heye û ew pabendî rêkar û yasayên Herêma Kurdistanê nabin.

Dije-Terora Kurdistan (CTD), di daxuyaniya xwe de behsa raporteke derbarê operasyona armancagirtina Fermandarê Supaya Quds Qasim Suleymanî dike ku navê Dije-Terora Kurdistanê tê de hatiye û diyar dike, “Em hemû aliyan piştrast dikin ku dûr û nêzîk peywendiya CTD bi zaniyariyên nav raporê û operasyona bi armancagirtina Qasim Suleymanî de nîne”.

Grûpeke bi navê CTG heye ku ser bi Lahûr Cengî û birayên wî ve ye û pabendî rêkar û yasayên Herêma Kurdistanê û saziyên wê nabin û li derveyî yasaya hejmar 4 a sala 2011 ya Parlamentoya Kurdistanê ya taybet bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, kar dikin

Her di wê daxuyaniyê de tê gotin, “Grûpeke bi navê CTG heye ku ser bi Lahûr Cengî û birayên wî ve ye û pabendî rêkar û yasayên Herêma Kurdistanê û saziyên wê nabin û li derveyî yasaya hejmar 4 a sala 2011 ya Parlamentoya Kurdistanê ya taybet bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, kar dikin”.

Dije-Terora Kurdistanê bibîr dixe ku di raportê de jî bi zelal behsa beşdarbûna wê hêza bi navê CTG tê kirin û ji bo mebestê jî di raportê de bi zelalî amaje bi wê tê kirin ku wan pêwendiya wan bi Lawên Azadî, Berdevkê Lahûr Cengî kirine, ji bo ku zelalkirinê li ser beşdarî û pêwendiya wan di armancgirtina Qasim Sulêymanî de bidin”.

Di dewama daxuyaniyê de tê tekezkirin, “Em dubare radigihînin ku Dije-Terora Kurdistanê ti pêwendiya wê bi vê mijarê re nîne”.

Dije-Terora Kurdistanê pêşniyaz jî dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolîneke hûr li ser wê raporê bike û rastiyan ji raya giştî re aşkere bike.

Pustên heman beş