Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bû.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro li zozana Maşkan ya Pîranşarê pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek bi navê Ako Qadirî birîndar bû. Ako birin nexweşxaneya Pîranşarê.