Li Efrînê 350 hezar kes hatin koçber kirin û 300 hezar kesên din hatin bicihkirin

Li Efrînê 350 hezar kes hatin koçber kirin û 300 hezar kesên din hatin bicihkirin

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûrîyê (SOHR) di rapora xwe ya dawî de ragihand ku ji bo guhartina demografîk pêk bînin zêdetirî 350 hezar şêniyên herêma Efrînê hatine koçberkirin.

SOHRê di raporê eşkere kir, 300 hezar kesên hawirde li Efrînê hatin bicihkirin û ev kiryara bi destê Tirkiye û komên çekdar pêk tê wekî tawaneke dijmirovî ya paqijiya etnîkî hat binavkirin.

Di rapora SOHRê de tê gotin, rojane artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê vetawanê li dijî Efrîniyan pêk tînin û bi taybet jî tawana guhartina demografîk pêk tînin.

Çavdêriyê diyar kir, sala 2017an bi qasî 700 hezar şêniyên resen li herêma Efrînê bûn, lê bi dagirkirina Efrînê re bi sed hezaran Efrînî hatin koçberkirin.

SOHRê da zanîn, li gorî peymanên di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatine kirin, zêdetirî 270 hezar malbatên çekdaran li Efrînê hatine bicihkirin.

Li gorî rapora SOHRê li navenda bajarê Efrînê ku zedetirî 100 hezar efrînî lê diman, niha kêmtirî 30 hezar kes lê mane û 74 hezar kes ji malbatên çekdaran hatine bicihkirin û bi tevahî niha derdora 150 hezar kes ji şêniyên resen li herêma Efrînê mane.

SOHRê eşkere kir ku tevî piraniya sivîlên mane temen mezin in, dîsa jî têne revandin û kuştin.

Herwiha SOHRê di raporê de daye xuyakirin ku ji bilî bicihkirina malbatên çekdaran li nav malên xelkê Efrînê, li bajar û gundên Efrînê kamp û wargeh jî têne avakirin.

SOHRê diyar kiriye ku ew wargeh bi hevkariya Tirkiye û hin welatên ereb ên kendavê têne avakirin.

SOHRê destnîşan kir, tawanên dermirovî yên têne kirin û bi taybet guhartina demografîk, gihîştiye asta qirkirina etnîkî.

SOHRê herwiha di raporê de, Tirkiye bi sedema binpêkirina yasayên Neteweyên Yekbûyî û peymanên navdewletî li Efrînê wekî dagirker bi pênase kir.

Pustên heman beş