Ciwanek kolber ê şêniyê bajarê Ormiyê di dema kolberiyê de bi sedema teqîba pasdaran neçar ma xwe bavêje di rûbar de û di encam de canê xwe ji dest da.
Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê ragihand, roja yekşemî 9/5/2021an, kolberek kurd ê nişteciyê Ormiyê li rojhilatê Kurdistanê bi navê “Ferzad Cebarî” temen 30 sal di dema kolberiyê de xwe xistiye di nava rûbarê “Binar” de û canê xwe ji dest daye.
Ferzad Cebarî şêniyê gundê Mensûrawa ê ser bi navçeya Mergevera Ormiyê ye, piştî ketiye kemîna hêzên pasdarên Îranê daku neyê desteserkirin xwe avête di rûbarî de û bi vê sedemê canê xwe ji dest daye.