Di medyaya civakî de selefiyên cîhadî gefa li gelê rojhilatê Kurdistanê dixwen û heqaretê bi sembolên netewa kurd dikin.
Ew kese bi piştevaniya biryargeha “Beqyetulla” ya supayê pasdaran di medyaya civakî de nûçeyên derew û hin caran jî tûnidyê parve dikin.
Çavdêrên siyasî di wê bawerê de ne ku armanca supayê pasdaran ji van karan eve ku alozî û şer di nêvbera gelê rojhilatê Kurdistanê de rû bide.
Ev kesên cîhadî bi piştevaniya navendên ewlehiyê yên rejîma Îranê pir caran êrîşî sembol û nirxên gelê kurd dikin. Di dema bûrî de cîhadiyan gef li gelê Rojhilatê Kurdistanê xwarin ku wê wan bikujin.