Mînîbus gêrî newalê bû: 16 birîndar

Mînîbus gêrî newalê bû: 16 birîndar

Li bajarê Çewlikê mînîbusa ku rêwiyan hilgirtibû, ji desthilata ajotvan derket û gêrî ber newalekî bû. Di encamê de 2 bi giranî û bi temamî 16 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê çêbû.

Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan, rizgarkirinê û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndarên ji mînîbusê hatin derxistin wan birin nexweşxana Çewlikê bo dermankirinê. Ji birîndaran halê du kesan baş nîne.

Mînîbusa qeza kirî ji bajarê Çewlikê rêwiyan dibir gund.

Pustên heman beş