Darka Mazî ji aliyê PKKê û dûvelankên wê ve rastî êrîşeke mezin tê

Darka Mazî ji aliyê PKKê û dûvelankên wê ve rastî êrîşeke mezin tê

Ev çend rojin pêgeha “Darka Mazî” rastî êrîşeke mezin tê û bi sedema vê êrîşê pilatformên pêgeha me yên beşa Kurmancî û piştre Erebî hatin rakirin û niha hewla tune kirina beşa aramî jî tê kirin.

Pêgeha “Darka Mazî” ji ber ku pêgeheke karî di dema dû salên weşana xwe de li ser xeta netewî û welatparêziyê nihênî û doseyên veşartî, karên qirêj û gemar yên rêxistin û partiyên dijberên Kurdistanê jiboy gelê Kurd li her çar perçeyên welat îfşa bke, hertim rastî êrîşên hakkirinê hatiye.

Paş ku li dema van dû salan hemû hewlên alîgir û endamên PKKê, YNKê û şî’eyên Îraqê bi taybet rêxistinên heşda Şebî ji boy hakkirina pêgeha me rastî şikeştinê hatîn, ev çend roje pilatforma Darka Mazî li tora Facebook ê rastî êrîşên dijwar hatîye.

Lê belê ev hewl me ji îfşa kirina rûyê rast yê PKKê û tifaqên wê yên bi dewletên dagîrker û partiyên başûr yên ji boy xizmeta dagîrkeran di xebitin paşgez nake.

Em careke din şopênerên xwe haydar dikin ku pêgeha me wê li ser heman xeta netewî bidome û wê bibe sitrîyek di çavên rêxistina PKKê û îfşa kirina hewlên wê yên dijî doza rewa ya rizgarîxwazîya Kurdistanê de.

Pustên heman beş