Îro roja yekşemî 13/6/2021an, li saet 01:20 balafirên ceng ên dewleta Tirkiyê otombêlek li gundekî ser bi bajarokê Heleşo hedef kir ku 4 kes têde bûn, piştre hat hîn bûn ku yek ji wan şêniyê gundê Bêklo yê Qeladizê û 3 kesên din jî gerîlayên PKKê bûn.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin wilatiyê ji Başûrê Kurdistanê navê wî “Babekir Tewfîq”e û şêniyê gundê Bêklo yê ye û nîşteciyê Qeladizê ye.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir, 3 kesên din ku di wê otombîla hatî hedef kirin de bûn çekdarên ser bi PKKê bûn.