ENKS: Divê lêkolîn derbrê topbarankirina Efrînê bê kirin

ENKS: Divê lêkolîn derbrê topbarankirina Efrînê bê kirin

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz kir ku lêkolîn derbarê êrîşa li dijî navenda Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de bê kirin.

ENKSê daxuyaniyek derbarê topbarankirina bajarê Efrînê belav kir û daxwaz kir ku lêkolîn derbarê vê êrîşê bê kirin.

Di daxuyaniyê de, Emîndariya Giştî ya ENKS topbarankirina bajarê Efrînê, roja şemiyê, wekî êrîşeke terorîst a tirsonek wesif dike û daxwaza lêkolînê derbarê wê dike.

Emîndariya Giştî ya ENKS daxwazê li dewletên pêwendîdar dike ku lêkolînê derbarê vê êrîşê bikin da ku encamderên wê bên naskirin.

ENKS her weha ji welatên pêwendîdar û civaka navdewletî daxwaz dike ku çareseriyeke siyasî ya bilez bibînin da ku êş û azarên Sûriyan bi dawî bên û sînorek ji van kiryararan re bê danîn.

Li navenda Efrînê duh Şemiyê 12ê Hezîrana 2021ê hejmareke roket ketibûn û di encamê de 18 kesan canê xwe ji dest dabûn û 42 kesên din jî birîndar bibûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşa li dijî navenda Efrînê de ragihand ku nûçeyên dibêjin, HSDê ew bajar mûşekbaran kiriye, dûre rastiyê ne û ti hêzên HSDê li wan navçeyan nîne.

Tê zanîn ku piştî êrîşa li dijî navenda Efrînê hin saziyên medyayî HSD bi êrîşê tawanbar kir, lê her di zû de rayedarên HSD ev nûçe redkir.

Pustên heman beş