Gefa bê exlaqî ya fermandarê HSDê – «1»

Fermandarê HSD ê «Mehmûd Berxwedan» an jî navê wî yê PKKê «Mehmûdê Reş», axivîye, «Ger Pêşmerge êrîşî herêmên Gerîla bike, emê bêalî nemînin, diyar e ku emê kê biparêzin», ne hewceye ku em gotinê hêve wêve badin, gotina Mehmûdê Reş tenê yek şîroveya wê heye: Ev gef, gefekî pir bê exlaqî ye.

 

HSDe fermanên xwe ji PKKê digire

 

Gefa ku ji aliyê Mehmûdê Reş ve hatiye kirin, hewce dike ku careke din lêpirsîn li nasnameya HSDê were kirin, Ji ber ku HSDe rêxistineke PKKê ye, tevî ku hemû Kurd, weke Kurd, bêy ku vê rastiyê berçav bigirin, çavê xwe li hemû şaşiyên HSDê digirin, lê ya rast eve ku em nasnameya HSDê paşguh nekîn, ev rastî her roj dubare derdikeve pêşberî me, HSDe rasterast bi navenda bi navê NPGê ve, ku ji aliyê Mirad Karayilan ve tê birêvebirin, girêdaye.

 

Dibe ku pêkhate hemû neKurd bin, lê rêveberî û sîstem ji PKKê-NPGê fermanên xwe distîne, çarenûsa Kurdên Rojava di destê girûba rêveber a PKKê de bûye leystok, Komek kal û pîrên mîna Cemîl Bayik û Mistafa Karasû, ku şerbeta çep a Tirk vexwarine, ji bo pirojeyên serê xwe de bêdudilî dê tevahiya Rojava bavêjin nava agir.

 

PKK li çarenûsa Rojava siwar bûye û peya nabe

 

HSDe-PYDe-Rêveberiya Xweser çi dibêje bila bêje, PKKê kadiroyên xwe yên tûnd mîna beraşekê di nîveka çarenûsa Kurdên Rojava de bi cî kirîye, PKKê 1 milyon Kurd li Rojava derxistin, Kurdên mayî jî çavtirsandî kirin, piraniya yên mayî jî Apolîtîk in, tenê li dûv bay diherikin. Her wiha girseya radîkal a ku PKKe her gav derdixe medyayê heye ku hejmara wan li tevahiya Rojava nagihîje 5000 kesî, ango çi qezîyeke PKK ê ya azadiya Rojava nîne, belê Rojavayek heye lêne ya Rojavayî ya ne, Rojava ya ku PKKe qala wê dike tenê ewe ya ji bo berjewendiya partîya xwe bi kar tîne.

 

Armanca PKK ê ya sereke ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixeniqîne, Cemîl Bayik û dûvikên wî ji bo hilweşîna Hewlêrê bibînin, hew qas tijî kerb û kîn, hêrs û çavsor bûne ew dikarin ji bo ku bigehin armanca xwe tevahî Rojava bixin nava şerekî li dijî Başûrê Kurdistanê, ji bo axayên şer yên PKK ê, Rojava amûreke di dest wan de, kengî bixwazin dê bi kar bînin.

 

Pilana PKKê ya Rojava tenê, dema ku pêwîst be wan bajo ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye

 

Merema PKKê ji bo zêdekirina hêza xwe ya leşkerî li Rojava tu carî ne li dijî dewleta Sûriyê, ne li dijî dewleta Tirk bû, pilana PKKê ya li ser hêzên HSDê û YPGê ew bû ku van hêzan wek hêzên lejyoner bi kar bîne, li serî de, PKKê hesab kiriye ku dema pêwîst bike ewê van hêzan li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bide şerkirin.

 

Ji bo nuke, PKKe ew hêza leşkeri ya dest xwe de tene şerê dijî hêzên Pêşmerge wê bişuxilîne, PKKe li dijî çi dewletek dagirker şer nake, li Tirkiyê şer nîne, li Iranê şer nîne, li dijî rejîma Esad ango Sûrî şer nake û ne li dijî Iraqê jî şer dike.

 

Nuke tenê PKKe li Herêma Kurdistanê di nava şer da ye û tenê cihê ku gef lê dixwe jî Başûrê Kurdistanê ye.

 

Daxuyanîya KCK ê a 31 î Tîrmehê

 

PKKe pilan dike ku heta hilbijartinên Iraqê atmosferê zêde aloz bike, Ji ber ku ew dizane li Iraqê her hilbijartinek bi rûdane û hukûmet pir dereng têne avakirin û valahîyek di wê navberê de derdikeve holê, ji bo vê yekê, ew di dema hilbijartinê de û piştî hilbijartinê şerekî li dijî Pêşmerge pilan dike, bi rastî, di meşandina şerekî wiha de palpiştê sereke yê PKKê Girupa Lahor Cengî ya di nav YNKê de bû.

 

Bi piştgirîya Lahor î, wan dixwest şerê ku li dijî Herêma Kurdistanê didin meşandin weke şerê dijî PDKê û dewleta Tirkîya nişan bidin, bûyerên vê dawîyê ku li navenda Silêmanî  hember Lahor qewimîn, ev pilan pîçek têk bir, Lê belê ji ber ku şerê li dijî Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ji bo PKKê sitratejîke, ewê tenê hin guhertinên biçûk di pilana xwe de bikin, lê PKKê ev pilan betal nekirî ye, Ji ber vê yekê daxuyaniya li ser navê rêveberiya KCKê ku di 31 ê Tîrmehê de hat weşandin û têde “Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û her kesê ku li dijî PDKê ye çalakiyan bike” hat xwestin.

 

Bê guman, divê rewşê de rolek ber bi çav ji bo Rojava hate dayîn, PKKe niha hewlên mezin dide ku îmajek we ava bike, ku şer di navbera hemû Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û navbera PDKê de tê meşandin.

 

Bêyî Başur û Barzanî, Rojava nikarîbû nefesê bistîne

 

Pêwsîte ji Mehmûdê Reş an jî yê Cebilxancî yê ku hemu jîyana lûx,pere û desthilatdarî li Rojava dîtîn ev bê gotin: «Ger Barzanî li 2011 an piştgirî neda ba Rojava, Mehmûd da tû heya nûke jî di tîmeka cebilxaneyê de deboya kolî û tu hêj da berpirsê 5 hêstir û 3 çebilxanecîyan bî».

 

Dema El Nûsrayê êrîşî Serêkaniyê kirî, gulleyeka we ya ku hûn biteqînin nebû û Barzanî hemû depoyên cebilxaneyê ji we re valakirin û şandin, Aldar Xalil her roj li Hewlerê li deriyê PDKê dixist, lîsteya hewcedariyên gulle û bombeyên, cebilxaneyê dixwest.

 

Bînin bîra xwe Mahmûdê Reş, tu fermandarê pileya yekê bûy li Kobanî yê we di şevekê de bi dehan gund terikandin, tenê 2-3 kîlometr axa Kobanî mabûn di destê we de, hûn li Pirsûsê li ber derîyê sînorê Tirkiyê bûn û te cilên sivîl li xwe kiribûn, ha vê bîstê ha bîsteka din da Kobanî yê berdey û derbasî Tirkîyê bî, di wê dema sekeratê de, we bihîst ku Pêşmerge di hewara birayên xwe tên, te  kincên xwe yên sivîl ji xwe kirin û dîsa cilên leşkerî kirine ber xwe, Tê bîra te?

 

Divê hûn bînin bîra xwe ji ber ku em bi bîr tînin, Barzanî bû ku Rojava bir qada navneteweyî û rê li ber dagirkirina Rojava girtî, Hatina Pêşmerge ji bo Kobanî yê nasnameyek navdewletî ji bo Rojava çêkir, ji ber ku dîplomasîya Rojava li Hewlêrê di hate meşandinê hê wê demê çi hêzên navneteweyî YPGe-PYDe nas nedikirin, yê derîyê Rojava ji bo hêzên navneteweyî vekirî Barzanî bi xwe bû, hê wê demê Şahîn Cîlo ne bibo General Mazlûm, hê Aldarê teknîkçî ne bibo Aldar Xelîl û hê tû Mehmûdê Cebilxanecî bûy.

 

Ger Barzanî û Peymana Dihokê nebîya, eger Pêşmerge nehtiba, hûnê weke bi dehan hevalên xwe li Pirsûsê nava girseyê de berze biban.

 

Divê hemû Kurd vê rastiyê bizanibin, Tiştê ku Rojava kirî ye Rojava hêza dîplomatîk û karanîna Herêma Kurdistanê û Barzanî bi xwe ye, divê Kurd vê rastiyê jî bizanibin: Tiştê ku Mehmûdê Reş kirî kanîya av jê vexwarî şolîkirine û xîyanet li Kurdistanê kirine.

 

Mehmûd Efendi, ma cihek din tune ku tu lê şer bikî?

 

Mehmûde Reş, ger tu ewqasî amade yî ji bo şer, binêre, roja din li Konyayê 7 Kurd hatin qetilkirin, here wir, şer bike, tu dikarî heyfa wan hilînî, Cihên ku hûn jêre dibêjin qadên Gerîla, hemû li Bakurê Kurdistanê di destê artêşa Tirk de ne, li wan  çiyayên ku berîya 10 salan Gerîla têde birkanê dikir û govend digêra niha yek Gerîla ji bo tovî jî têde nîne, weke pêşnîyarî here wan deveran rizgar bike.

 

Me dest ji wan hemûyan berden, tu dikarî biçî Efrîna Rengîn ya ku we teslîmî dagirkeran kirî, rizgar bikî, dê hemû Kurd şanazîyê bi te bikin, ew Efrîna hêjî kesek nizane ka we çawe û çima ji nişkave berdayî, bi dehan jinên Kurd hatin revandin û di zindanên Tirkiyê de ne, here wana rizgar bike.

 

Rêza yekemîn de wezîfeya rizgarkirina Efrînê ya te ye, ji ber ku te Efrîn berda û tu revî.

 

Mehmûd Reş, yek ji fermandarên Efrînê ye

 

Mehmûdê Reş xwe li ser qenepa xwe dirêj kirîye û dibêje ku ew çiqas biryardar û dilxwaze ku Kurdan bikuje, dibêje «Emê êrîşî Pêşmerge bikin», Mehmudê Cebilxanecî li Efrînê jî wiha gotinên mezin di axivî, wî got ku Efrîn dê ji bo Tirkiyê bibe dojeh. Kordinasyona şer ferman da wî, ku biçe çîyayê Hawara Lê wî talîmata ku biçe çiyayê Hawara pêkneanî, wî zarokên biçûk û gel şand çiyayê Hawara, ew ji navenda bajêr derneket.

 

Mehmûdê Reş xelkê Efrînê ji xwe re kirin mertalê zindî, wî biryargeha xwe li nava bajêr, hema li kêleka nexweşxaneya Efrînê danî û şer li wir kordine dikir, wî digot dijmin li nexweşxaneyê naxe loma jî wî xwe sipart bin sîbera nexweşxana Efrînê, birîndar û kesên li nexweşxaneyê kirin hedefa êrişên artêşa Tirk a faşist û dagirker.

 

Ji bo Mehmudê Reş 2 Tugayên ku her yêk ji 250 Şervanan pêk dihat ji Herêma Cizîrê hatin rêkirin, lê mixabin ji wan her 2 tugayan tenê 50 Şervan sax filitîn, heman demê 1500 kadiroyên devera Efrînê dibin fermana wî de bûn û biqasî wana jî hêza gel pêre bû lê wî nêzî 3000 Şehîd pay xwe hiştin û revî çû Şehbayê.

 

Belê li ser wî kursîkê pesin dayîn û peyn belavkirin pir hêsane, weke fermandarekî serfiraz jî di axive, lê ew Mehmûdê Reş yê li ser wî kursîkê gefan dixwe gava fîşek paqîya jî xwe dide piş zarokên vî gelî û di veşêre.

 

Mehmudê Cebilxanecî dixwaze xwe ji PKKê re îsbat bike?

 

Reva Mahmûde Reş a ji şerê Efrînê bû sedema berteka Şervanên YPGê û raya giştî ku PKKe mecbûr ma Mehmûdê Reş bibe lêpirsînê.

 

Ew ji Rojava jî birin çîyayê Garê, dewrekî perwerdê li navenda îdeolojî dît, Mehmûde Reş ji bo ku dîsa vegere Rojava bi dehan rûpel rapor nivîsandin, ew piştî çend mehan şûnda vegeriya Rojava.

 

Dema ku Mehmûdê Reş vegerîyay Rojava di derbarê şikefta perwerdehiyê ya ku ew li wir mabû de di got: «Mirov li şikefeta Perwerdê ji dayik buna xwe poşman dibe, heke dîsa gazî min bikin ezê birevim, lê ez naçim wê şikeftê».

 

Evcar ji bo ku venegere wê şikeftê, ji wî re çi bibêjin ew ,mîna PKK yi yek aqil bizavê dike, ew mîna fermandeyekî mezinê şer gefan li Pêşmerge dike, lê em baş dizanin ku Mehmûd kî ye, wî bi xwe ew wêrekî nîne ku were fîşekekê jî bi teqîne, lêbelê, ewê bixwaze li sitargeha Cizîrê rûne û zarokên xelkê bişîne mirinê, mîna ku wî li Efrînê kirî.

 

Gelo ma ewê Ereb, Şîe û bi Çepên Tirk dê êrişî Pêşmerge bikin?

 

Mehmûd Reş gefa HSDê ku ji 70% ji wê hêzê Ereb-Suryanî pêk tê, dixweze êrişî Pêşmerge bike, ango ewê Ereban bajo ser  Kurdistanê ve, ewê leşkerên Ereb li dijî Pêşmerge bidine şer kirin? mîna Saddam, wî jî leşkerên ku ji Felastînê anîbûn rêkiribûn ser Kurdistanê, mîna DAÎŞ ê, wan jî ew terorîstên ji welatên cûrbecûr pêkdihatin ve êrîşî Kurdistanê dikirin.

 

Di bin van gotinên Mehmûd Reş de rastiya PKKê heye, PKKe ne tevgereke Kurdistanî ye, PKK ne tevgerek welatparêze, yê ku li ser pilan û daxwazîya kesên din êrîşî Kurdan bike ew nabin Kurd.

 

PKK bi harîkarîya rêxistinên çepê Tirkan yên li gel wan, bi harîkarîya Erebên di nava HSDê de û Şîe yên di nava Heşda Şabî de di xwazin êrişî Kurdistana Başur bikin, PKK ev qas xayîn û bênir bûye.

 

Erê PKKe dikare rêbazên xîyanetê li dijî Kurdistanê pêkbîne, me di destpêkê de gefa Mehmûdê Reş wekî gefek bêexlaq binav kir, lê gava ku em li vê zawîyê lê dinêrîn, ew ne tenê bêexlaqî ye, di heman demê de gefxarinek pir xayîn û dijminkarîye.

Pustên heman beş