Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, wesayeteke zirxî ya leşkerî li zarokekî qewimî û di encamê de wî zarokî can da.
Li gor zanyariyan, do di saetên êvarî de, wesayeteke zirxî ya leşkerî ya Artêşa Tirkiyê, li taxa Turgutozal a ser bi navçeya Hezêxê ya Şirnexê ve, li zarokê bi navê Mihraç Miroglu yê temen 7 salî qewimî.
Piştî bûyerê, kesûkarên wî Mihraç Miroglu rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê, lê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û Miroglu li nexweşxaneyê can da.
Zanyarî didin zanîn, dema ew zarok li ser bîsîkletê xwe wesayîta zirxî li wî da û herwiha piştî bûyerê beşeke zêde ya xelkê û kesûkarên wî zarokî, ligel rêxistina partiya HDPê ya wê navçeyê ber bi nexweşxaneyê ve çûne.
Li aliyê din Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê bûyerê de li ser hesaba xwe ya Twiterê daxuyaniyek belav kir û ew bûyer weke “qetlîam” bi nav kir.
HDP di daxuyaniya xwe de dibêje, “Îro li navçeya Hezexê zarokê 7 salî yê bi navê Mihraç Miroglu, ku weseyata zirxî li wî qewimî bû, hate qetilkirin. Ew bûyerên trafîkê yên ku bi wesayetên leşkerî, li bajarên Kurdan pêk tên û di encamê de dibin sedema mirinan, ne bûyerên trafîkê ne, komkujî ne. Ev bû komkujiya çendan ya zarok, jin û kalan? Êdî bes e!”