Parêzerê malbata Dedeogullari peyamek li ser dozê belav kir

Parêzerê malbata Dedeogullari peyamek li ser dozê belav kir

Parêzerê malbata Dedeogullari ku 30ê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meram a Konyayê di encama êrîşeke nîjatperestên Tirk de 7 endamên wê can dabûn, li ser hesabê xwe yê Twitirê derbarê doza de malbatê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Em nîgeran in ji wêya belge û delîlên derbarê dozê de bên jinavbirin.”

Parêzerê Malbata Dedeogullari Abdurahman Karabulut, do 10ê Îlona 2021ê derbarê doza Malbata Dedeogullari de ku tê de 10 kes ji ber tawanê kuştina bi qest tên darizandin, daxuyaniyek belav kir û da zanîn, wan çendîn car ji bo bidestxistina tomarkirinên kamerayan û peyamên koma whatsabê ku beşeke komkujiyê li ser wê komê hatibû organîzekirin, serî li dozgeriyê dane û destnîşan kir: “Tevî serlêdanên me yên devkî û nivîskî bi ti awayî peyamên koma whatsabê û tomarkirinên kamerayê yên derbarê komkujiyê de bi me re nehatine parvekirin.”

Abdurahman Karabulut berî niha 1ê Tebaxa 2021an de jî, derbarê delîlên wê êrîşê de bi heman awayî daxuyaniyek belav kiribû û diyar kiribû: “Me ji dozger qeyda kamerayê xwest, lê wan neda. Du saetan şûnde, qeyd li ser A Haber hat weşandin. A Haber ji videoya 45 xulekî, beşeke yek xulekî weşand û hewl dide ku têgihîştinek çêbike ku kujer ji bo xwe biparêze teqe kiriye.”

Parêzerê malbatê destnîşan kir, bi vê yekê mafê wan ê parastinê tê binpêkirin û got: “Em nîgeran in ji wêya belge û delîl bên jinavbirin.”

Êvara roja Înê 30ê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meram ser bi parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê, nijadperestên Tirk êrişî malbateke Kurd kirin û di êrişê de Yaşar, Îpek, Serpîl, Serap, Sîbel, Metîn û Bariş Dedeogullari 7 kes ji endamên wê malbatê hatin kuştin.

Pustên heman beş