Hevdemê gefên encamdana operasyoneke leşkerî ji aliyê Turkiyê û komên çekdar ve li ser bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, û bangên yekrêziya navmala kurdî da ku ew gef nemînin û sînaroyên Efrîn û Serê Kaniyê dubar nebin, çekdarên PYDê tevlîheviyê dikin û girjî û nakokiyan di nava civaka kurdî li Rojavayê Kurdistanê zêdetir û kûtir dikin.
Ji bilî ku beriya demekê çekdarên PYDê gef li malbatên hêzên Pêşmergeyên leşkerê Roj kirin ku divê kurên wan ji nava refên pêşmergeyên leşkerê Roj berdin, careke din gefên xwe nû kirin.
ARKÊ ji Jêderekê agahdar veguhast ku çekdarên PYDê li gundê Dêrona Qulinga yê ser bi navçeya Girkê Lekê ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve careke din gev li dehan mabatên hêzên Pêşmergeyan kirin û ew malbat vexwestina dezgehên xwe kirin û fişar li wan kirin ku divê kurên wan dest ji pêşmergatiyê berdin.
Heman jêderê bal kişand ser wê yekê jî ku 30 malbat ji gundê navbûrî rastî gefan hatin ku kurên wan di nav pêşmergeyên leşkerê Roj de nemînin.
Di vê derbarê de, Fêsel Yûsiv endamê desteya serokatiya ENKSê di dema beşdariya xwe di bultena ARKê de piştrast kir ku gefên li ser malbatên pêşmergeyan berdewam dike.
Di 9ê Mijdarê de, desteya serokatiya ENKSê daxuyaniyek belav kir tê de ragihand ku civînek bi Dêvid Brawinştayin re encama dane tê de tekez kirin ku malbatên hêzên pêşmergeyên Leşkerê ROj bi berdewamî tûşî gefên PYDê tên, da ku kurên xwe neçar bikin ji nava wan hêzên derxînin.