Qamişlo.. Malbatên zarokên revandî li dijî PKKê xwepêşandan kir

pkk-zarok-قامشلو

Bi dehan kes û kar ji malbatên zarokên Kurd yên ku ji hêla rêxistina PKKê û baskê wê yê Rojava ve li rojên rabûrî hatine revandin, îro li himberî baregeha Neteweyên Yekbûyî xwepêşandan kir.

Îro roja yekşemî 28/11/2021ê, bi dehan kes ji malbatên zarokên ku divê mehê da ji hêla rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî PKKê ve hatine revandin, li himberî baregeha Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo kombûn û nerazîbûna xwe ji tewanên PKKê, yên di rasta zarokên Kurdan de diyar kirin.

Malbatên zarokên revandî, bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi erka xwe rabe û rê li ber leşkerkirina bi zor a zarokan bigre.

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ku raster rast ji hêla Cemîl Bayîk ve tê birêve birin, tenê di meha 11 ya îsalê de, pêtirî 10 zarokan ji keç û korên Qamişlo, Efrînê, Amûdê û Dêrkê revandine û çarenvîsa wan nediyare, malbatên hinek ji wan zarokan gotine ku rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ji bo HSDê ev zarok revandine û ji bo leşker kirina bi zor hatine birin.

Rêxistina PKKê ji bo çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar parçeyên Kurdistanê dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan ve hatîye tesbît kirin.

Pustên heman beş